9786058575349
795966
https://www.hesapli24.com/baxek-ji-folklora-kurdi-ji-derdora-merdin
Baxek Ji Folklora Kurdî - Ji Derdora Mêrdîn
11.10
'Baxek Ji Folklora Kurdî - Ji derdora Mêrdîn' ; ev xebat li ser folklora kurdî kurmancî bûye gavek din. Wekî tê zanîn berhema Çiya Mazî bi navê 'Ferhenga Gotinên Pêşiyan' ku ji 500 rûpelî pêk dihat di sala 2005'an de hatibû çapkirin. Heman ferheng li Duhokê bi tîpên kurmanciya jêrîn jî hatibû çapkirin. Berhema folkorê ya Çiya Mazî ya duyemîn 'Baxek Ji Folklora Kurdî- Ji Derdora Mêrdîn', ji şeş beşan pêk tê, her beşek wekî pirtûkekê hatiye binavkirin û her beşek li ser babetek folklorê ye, wekî; Dûrikên dawet û bûkan, Destanên dengbêjan, Ferhenga biwêjan, Ferhenga peyvên absurd, Ferhenga pîşekariyê, Gotinên pêşiyan, Gotinên xweş û pêkenokên derdora Mêrdînê ne. Ev berhevdeyên folklorê yên derdora Mêrdîn; Qoser û Beriya Mêrdîn, Şemrex û Metînan, Dêrik û Çiyayê Mazî, Mêrdîn û Surguciyan û yên Nisêbînê ne. Bi dehan dûrikên bûkan yên ku tenê li derdora Şemrex û Dêrikê ji alî jinan ve tên gotin ji alî Çiya Mazî ve hatine şîrovekirin û tê gotin "ku ev 'dûrik' wekî derbirîna ramanê û rexneya jinan li civakê û aliyên bûk û zaveyê ne."
"Defa me defa heyatê
Def giran e bi teqla tê
Xalê bûkê ne tiştek e
Ji me dixwaze devança xelatê"
Di beşên din de jî, gelek biwêj hatine ravekirin, gellek gotinên pêşiyan yên derdora Mêrdînê hatine rêzkirin. Pêkenokên derdora Mêrdîn yên herêma Surguciyan û Şemrexê cîh digirin. Di beşa destanan de jî; destana Teyarê Qereçolî, Elê Melê û Gulîzera Kurdan, Zeynebê û Reşît Paşa wekî 3 destanên ku ji devê dengbêj Fadilê Kufragî hatine girtin ku li herêmê demên berê bi bandor bûne û hê jî ji alî dengbêjan ve tên gotin in. Du beşên din ku balkêş in henin; Ferhenga absurd û Ferhengokên pîşekariyê. Di Ferhenga absurd de peyvên kurdî-kurmancî ku bi piranî di ferhengan de cîh nagirin hatine ravekirin. Wekî: Bolvir, Tiredîn, Tiroviro, şirpînî, şîrşîr, pistpist, çîk, çîko, ogê, togê, malneket, kerratî, incolê, gêjomêjo. Peyvên ku qertaf girtine û bûne tiştekî din, gelekên wan di vê ferhengokê de cîh digirin. Di ferhengoka pîşekariyê de; peyvên di pişeyên xanî avahî, şivanî gavanî, paleyî cotkarî, rez û mahsereyan de tê bikaranîn wekî; sîtil, kox, kungî, matûrke, bernig, bixur, revoke, kerî, qefle, gidîş, şixre, mexel, mijane, mêlav, ber, berteng, kurîşk û bi sedan peyvên din hatine ravekirin ji alî Çiya Mazî ve.
'Baxek Ji Folklora Kurdî- ji derdora Mêrdîn' adiyla yazar Çiya Mazî tarafından mardin folklorundan oluşan kîtap okurlar ve araştırmalacıların ilgisine sunuldu. Bilindiği gibi Çiya Mazî edebi eserlerin yanında folklorik derlemeler de yapıyor. 2005 yılında yazarın 500 sayfadan oluşan 'Ferhenga Gotinên Pêşiyan (Atasözleri sözlüğü) adlı eserî Türkiyede latîn alfabesi ve Kurdistan Federel bölgesinde de arap alfabesi ile yayınlanmıştı.
Çiya Mazî'nin bu son çalışması 'Baxek ji Folklora kurdî-Ji derdora Mêrdîn' ( Kürt Folklorundan Bir Demet-Mardin Yöresinden) Mardin yöresinin folklorundan derlenmiştir. Kitap 384 sayfadan ibarett ve 6 kitap olarak adlandırılan bölümlerden oluşmaktadır. Her bir bölüm folklorun bir bölümü için ayrılmış; Düğün, gelin ve özellikle eskiden Mardin Mazıdağı, Derik, Kızıltepe, Viranşehîr çevresinde sadece kadın davetliler tarafından söylenen Dûrik (mani) ler birincî bölümde sıralanmış ve çoğu yorumlanmıştır. Üzerinde epeyce durulan bu bölümde anlatıldığı şekilde bu maniler eskiden atlı şekilde yapılan düğün alayında sadece kadınlar tarafından söylenen ve topluma, gelin alayına, damat tarafı ve gelin tarafına eleştiri ve istekleri içermektedirler. Sadece davetli kadınlar (Berbûk) tarafından söylenmesi, kadınların eskiden bu yörede bu şekilde serbestçe taplumu ve kişileri düğün zamanında eleştirdiği ve tepki almadığ anlaşılmaktadır.
Diğer bölümler ise; Deyimler sözlüğü, Absürd sözcükler sözlüğü, Meslekler sözlüğü, Atasözleri, Mecazi sözler, laqaplar, beddualar, Mardin çevresinin Fıkraları, Dengbej Fadılê Kufragi den derlenen Teyarê Qereçolî destani gibi 3 yöre destanı uzun bir şekilde yer almaktadır.
Davulumuz hayat davulu
Davul ağır iteleye iteleye geliyor
Gelinin dayısı bir hiçtir
Bizden ödül tabanca istiyor

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.