9786057535573
798567
https://www.hesapli24.com/di-kestiye-de
Dı Keştiyê Dê
9.11
Di Keştîyekê De, ji heşt çîrokên ne-kurt pêk tê, di navbera 1962-1976'an de hatine nivîsandin. Xelata çîrokan a Sait Faik (1979) standiye. Ferit Edgüyê ku gelek berhemdar e û di gelek çeşnên edebîyatê de berhem dane û bi çîrokên kurtik(mînîmal) tê zanîn, di vê berhema xwe de heman vegotina pirmane, sergirtî û tîr bijartibe jî ev çîrok ji gelek çîrokên wî dirêjtir in.
Nîvî bêhtir ji van çîrokan alegorîya vê civakê, vî welatî û heme bêje vê dinyayê ne; çîrokên sembolîst in. Rastîya di nava xeyalê de, xeyala di nava rastîyê de bingeha van çîrokan e. Rastîya jiyanê û ya huner di “bîr”a mirov de dimeye û pêk tê. Rastîyên di van çîrokan de di ser rastîyên jîyana rojane re ne.
F. Edgü, bi gotinên ku bi zanabêjî li pey hev rêz dike, di heman demê de gotinên ku nabêje, an xef dike jî çîrokan dihûne. Bi vegotina remzî, kurtebêj diyalogên xurt û bijartî çîrokên xwe dihûne, lewra xwendevan raz, valahî û nedîyarîyên çîrokan bi xwe temam dike. Gelek caran jî xwendevan di demên cihê de tiştekî cihê ji wan fêm dike, her xwendevan jî maneyek dîtir-cihê ji çîrokan derdixe, tameke dîtir. Jixwe ma kakilê edebîyata heqîqî ne ev e?
Bi vegotina sergirtî têkilîya takekes bi hokerên giştî-civakî re saz dike. Li gorî derbirîna wî, veguheztina dinyayê bi veguheztina takekes pêkan e, takekes ku vê neke tenê dibe temaşevanekî gera dinyayê.
Bîyanîbûn, genîbûn, gengeşî, xemsarîya civakê, pirçiqîna takekes, kêferata takekes, bêhntengî, kêlîkên jidestçûyî, kêlîkên xweş, xeyal, bîrhatin û bîranîn bi amûrekê, bêhnekê, bi xîjkekê derbiriye.
Di çîrokan de vebêjer her rêwî ye, rêwîyekî rêwinda ye. Hebûn û tunebûn, rêwîtîya seyr a mirovan li vê dinyayê di keştîyekê de nimandiye. Rastî, rastîya takekesî û rastîya hatî sazkirin di rêwîtîyên lenhengan de darîçav kiriye.
“Ew çend dûr in kêlîk
gava bîr dixitime
ew çend nêzîk in
wê sermaya wê şevê dijîm aniha
ew velerzîn di bedena min a pîr de ye aniha
lê dîsa jî ne heman serma, heman velerizîn e.
Tişkek kêm e.
Wê şevê jî tiştek kêm bû.
Bi tevahîya emrê min tiştek ji min kêm bû.
Tu caran ez bi ser ve nebûm.”

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.