Kurd Dı Kıtêbên Çar Cografînasan De Ibn Xurdadbıh, Ibn Feqîh, Mesûdî, Îstexrî

Stok Kodu:
9786257253673
Boyut:
140-210-0
Sayfa Sayısı:
256
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2023-05-15
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Kürtçe
11,47
9786257253673
822046
Kurd Dı Kıtêbên Çar Cografînasan De Ibn Xurdadbıh, Ibn Feqîh, Mesûdî, Îstexrî
Kurd Dı Kıtêbên Çar Cografînasan De Ibn Xurdadbıh, Ibn Feqîh, Mesûdî, Îstexrî
11.47
Di nav ereban de cografya, serê pêşî zanisteke teknîkî bû, lê paşê wek adab (tarîx, cografya, felsefe) jî derket holê. Cografya edebî jî serê pêşî di salên 800î de wek beşeke dîrokê bi pênûsa merivên zana, têcir, hecî, şagirt û xwendevanên ku serpêhatiyên rêwingiya xwe nivîsîne, derketiye meydanê û piştre bûye weke zanyariyeke nû. Çend nav ji wan kesên pêşî û navdar ku berî salên 1000î bi nivîsîna cografyayê ve rabûne û kêm zêde di berhemên xwe de qala kurdan û navçeyên wan jî kirine ev in: Ibn Xurdazbeh/Xurdadbih (820-893) ku xwediyê kitêba Mesalik ul-Memalikê ye, Ehmed ibn Ebû Yaqûb ibn Wadihê Katib el-Yaqûbî (m. 891) ku xwediyê Tarîxa Yaqûbî û Kitab ul-Buldanê ye. Herweha xwediyê kitêbên bi navê Kitab ul-Buldan û Muxteseru Kitab il-Buldanê Îbn el-Feqih Ebû Bekir Ehmed ibn Mihemed el-Hemedanî (m. 340/951) û Futûh ul-Buldana Ehmed ibn Yehya ibn Cabirê Belazûrî (m. 279/892). Digel xwediyê Suwer ul-Eqalîma Ebû Zeyd Ehmed ibn Sehl el-Belxî (850-934) û xwediyê Sûret ul-Erda Ebul-Qasim Îbn ‘Hewqelê Nuseybî/Nisêbînî (m. 977). Ji wan ne kêmtir jî xwediyê Mirûc uz-Zeheb we Me'adin ul-Cewher û Tenbîh ul-Îşrafê Ebû Hesen Elî ibn Hiseyn ibn Elî el-Mes'ûdî (m. 956), xwediyê Mesalik ul-Memalikê Ebû Ishaq Ibrahîm ibn Mihemed Farisiyê Îstexrî (m. 957) û xwediyê Ehsen ut-Teqasîmê Şemsedîn Ebû Ebdulah Mihemed el-Meqdisî (m. 985) û gelekên din. Ji nav kitêbên van cografînasan çar kitêbên ku di wan de li ser kurdan û welatê wan agahdarî hebûn, min ew wergerandin kurdî û di vê berhevoka cografînasan de kom kirin ku ew jî ev in: Ibn Xurdadabih, Ibn Feqîh, Mesûdî û Îstexrî. Emîn Narozî

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat